Amerîka: YPG ne terorîste
PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Sûriyê li ser navê Amerîka Jeffrey ragihand ku bi eksa PKKê ew YPGê rêxistineka terorîst nabînin û got:
“Di derbarê PKKê de tewra me zelal e. Bi eksa PKKê em YPG ê terorîst nabînin. Me ti carê vêya nekir. Berya em mudaxeleyê Sûriyê bikin jî me nekiribû.”
James Jeffrey bi rêya telekonferansê civîna çapemeniyê kir û di mijara siyaseta Amerîkayê ya Sûriyê de şiroveyan kir. Li ser pirsa îlankirina rêvebirên PKKê weka terorîst û danîna xelatan bo serê wan û piştgiriya Amerîka bo YPGê li dijî hevin an na de weha got:
“Di derbarê PKKê de tewra me zelal e. Bi eksa PKKê em YPG ê terorîst nabînin. Me ti carê veya nekir. Berya em mudaxeleyê Sûriyê bikin jî me nekiribû. Em endîşeyên ewlekariyê yên Tirkiyê fêm dikin. Em endîşeyên têkiliyên di navbera YPG û PKKê de fêm dikin. Bi vê sedemê em gelek bi hezir tevidgerin. Em ji serî de bê çi dikin û bo çi dikin, agahiyan didin Tirkiyê.”