TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka zexta li ser Rûsyayê tundtir dike

📅 16 nîsan 2018 00:15

PeyamaKurd - Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haleyê ragihand ku dê zextên nû li ser Rûsyayê bisepînin.

Haleyê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji ber piştgiriya rejima Sûriyê dê ambargoyên nû deynin ser Rûsyayê.

Haleyê got dê biryarên nû li ser zextan roja duşemê werin eşkerekirin.

Herwiha got êrişên li ser Sûriyê dê li gor rewşê diyar bibin.

Parve bike: