TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê baskê DAIS û Îxwana Misirê xist lîsteya terorê

Admin H
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2021 00:07

PeyamaKurd - Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan baskên rêxistina terorîst DAIŞê yên li çoltera Sîna ya Misirê Ensar Beytul-Meqdis û tevgera Hesim a Îxwanî xist lîsteya terorê ya cîhanî.

Wezaretê xezîneya Amerîkayê da xuyakirin ku damezrînerê Hesmê Ela’ El-Semahî û serkirdeyekî din ê tevgerê yê bi navê Yehya Mûsa ku herdu jî niha li Tirkiyê ne, dikevin lîsteya terorê.

Tevgera Hesim sala 2014an li Misirê hatiye ragihandin ku heta niha gelek kuştin û êrîşê dijî polîsan jî girtine ser xwe.

Wezareta Navxwe ya Misirê diyar kir ku tevgera Hesim berpirsyara teqîna erebeyeke bombebarkirî li Qahîrayê ye ku Tebaxa 2019an pêk hatibû û 20 kes tê de hatibûn kuştin.

Herwiha Tevgera Hesim bixwe girêdayî Tevgera Îxwanan e û li gelek parêzgehên Misirê çalak e.

Parve bike: