Cîhan
Amerîkayê bertek ji bo rola Tirkiyê ya serê Qerebaxê nîsan da
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê ji ber rola wê ya di şerê Qerebaxê de û alîkariya leşkerî, bertek nîşan Tirkiyê da.
Cîgirê berpirsê wezareta derve ya Amerîkayê yê pêwendiyên karûbarên Ewropa-Asyayê Vekili Philip Reeker, di axaftina xwe ya Komîsyona Helsînkî ya Kongreya Amerîkayê bo Hevkariya Ewlehiyê bi Ewropayê re de, got ku Washingtonê ji ber rola Tirkiyê di şerê Qerebaxê de xem û fikarên xwe yên kûr anîn ziman.
Philip Reeker gotiye ku gelek pirsên li ser rola Tirkiyê hene û daye zanîn, “Em ji bo veguheztina çekdarên biyanî û radestkirina çekan bo Azerbaycanê gelekî bi fikar in û me ev yek aniye ziman.