TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê bi rêya Umanê Îran hisyar kir

📅 21 hezîran 2019 16:10

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya Umanê peyamek ji Îranê re şandiye û tê de hişyarî daye berpirsên Îranî ku Amerîka dê êrîşî wî welatî bike.

Li gor nûçeya Reutersê, Donald Trump duh şev piştî civîna berpirsên pilebilind ên Amerîkayê li Koşka Spî, bi rêya Umanê peyameke tund ji Îranê re şandiye.

Reutersê daye xuyakirin, ku peyama Trump bi rêya Omanê duh şev gihîştiye Rêberê Îranê Elî Xamaneyî û Trump di vê peyama xwe de bi tundî hişyarî daye berpirsên Îranê û gef xwariye ku Amerîka dê êrîşî Îranê bike.

Trump herwiha daxwaz kiriye, di demeke kurt de Îran bersiva peyama wî bide. Berpirsên Îranê ji Reutersê re ragihandine, wan demildest bersiva peyama Trump daye.

Parve bike: