TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê dorpêça aborî jî danî ser Tirkiyê!

Admin V
Nivîskar
📅 04 tebax 2018 15:44

PeyamaKurd- Amerîka li dijî Tirkiyê dorpêçê berfireh dike. Vê carê jî li ser hinek hilberên Tirkiyê dorpêç hate danîn.

Amerîka ji bo dewletên ku bi pêş dikevin, muafiyeta bacê tîne û ev muafiyet heta niha ji bo Tikiyê jî dihate qebûlkirin. Lê êdî ji ber dorpêçê, Amerîka wê cihê Tirkiyê yê di “Programa GSP”ê de careke dî di ber çavan re derbas bike.

Ev biryar piştî ku Tirkiyê li ser hesin û polayê Amerîkayê bac danî, derket. Ji ber vê yekê Amerîka jî wê li hinek hilberê Tirkiyê yên ku bêbac dikevine hundirê Amerîkayê de, careke dî binêre û ji bo wan biryarekê bide.

Ji xeynî vê jî, di çarçoveya “Programa GSP”ê de 4 hezar û 800 hilberên 29 dewletan bêbac dikeve hundirê Amerîkayê de. Ku Tirkiye ji vê programê were derxistin, hilberên Tirkiyê yên ku bêbac dikevine hundirê Amerîkayê yên bihayê 1.6 mîlyar dolarî jî wê ji vê biryarê tesîreke neyînî bistînin.

Parve bike: