TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê êrîs bi tundî sermezar kir

Admin S
Nivîskar
📅 21 mijdar 2018 14:47

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa terorê ya li paytexta Afganistan Kabulê bi tundî şermezar kir.

Berdevka Wezareta Derve Heather Nauertê da zanîn, di merasîma mewludê ya li Kabulê de di encama êrîşa terorîstî de 50 kesan jiyana xwe ji dest daye û ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Nauertê de hat gotin, “Em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Li dema ku gelê Afgan mewlud di nav aştiyê de pîroz dikir, ev êrîş xedarî û tirsonekiya wan nîşan dide.”

Nauertê herwiha ji bo malbatên qurbaniyan sersaxî xwest û got, ew dê di piştgiriya bo gelê Afganistanê de berdewam bin.

Parve bike: