TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê, gef xwar: Ew ê bê siza nemînin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 îlon 2022 18:00

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li ser îdiayên ku Rusya bi hezaran Ukraynayiyan hêsir girtine, axivî û bertekeke tund nîşan da.

Antony Blinken, li ser îdiaya ku Dîrektoriya Îstixbaratê ya Amerîkayê daxuyaniyek daye ku Rusyayê bi hezaran Ukraynayiyan dîl girtine, da zanîn ku ew ê Putin û Rêveberiya Rusyayê, li ser vê kirina xwe, bê siza nemînin.

Blinken, mijara ku Rusyayê bi hezaran Ukraynayiyan bi darê zorê birine herêmên rojava, rojhilat û navîn ên welêt, li Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî anî rojevê. Her wiha Blinken, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî peyamek belav kir û got, “

“Ew ê van binpêkirinê Serok Putin û Kremlînê yên pergalkirî, bê siza nemînin. Em ji kiryarên vê hovîtiyê hesabê dipirsin. Amerîka û hevkarên wê, dê bêdeng nemînin. Ukrayna û welatiyên Ukraynayê, edaletê heq dikin.”

Her wiha Blinken di peyama xwe de dîmeneke xelkê dîlgirtî yê Ukraynayê ku li kampên berhevkirinê hatine civandin jî parve kir.

Parve bike: