TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê gule berdan 2 Tekneyan: 5 kes hatin kuştin

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2026 14:42

PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, hêzên Amerîkayê li nêzîkî perravên Ummanê gule berdan du teknê rêwiyan ên biçûk ku ber bi aliyê Îranê ve diçûn. Di encama vê êrîşê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyeke leşkerî ya Îranê îdiayên Amerîkayê yên ku digotin "me êrîşî teknêyên bilez ên Supaya Pasdaran kiriye" red kir. Vê çavkaniyê ji çapemeniya Îranê re ragihand ku piştî lêkolînan derket holê ku Amerîkayê rasterast gule berdan du teknê sivîl ên ku ji devera Hasab a Ummanê ber bi Îranê ve dihatin. Hat diyarkirin ku di nav kuştiyan de tenê sivîl hene û tu endamekî leşkerî yê Supaya Pasdaran di nav wan de tune ye.

Rayedarên leşkerî yên Îranê ev çalakiya Amerîkayê wekî tevgereke "lezgîn û şaş" pênase kirin. Çavkaniya navborî destnîşan kir ku ev êrîş ji ber tirs û panîka Amerîkayê ya li hemberî operasyonên deryayî yên Supaya Pasdaran pêk hatiye. Aliyê Îranê bang kir ku divê Amerîka li pêşberî vê "sûcê" hesab bide û tekez kir ku hedefgirtina sivîlan li qada deryayî nayê qebûlkirin.

Parve bike: