TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê ji bo plana êrîşeke terorî Rûsya agahdar kir

Admin H
Nivîskar
📅 01 mijdar 2026 10:24

PeyamaKurd - Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku wan li ser guman û planeke êrîşeke terorî ya ku dihat plankirin li nêzîkî Muzexaneya Qesra Tsaritsynoyê ya li Moskowayê pêk bê, ji aliyê DYAyê ve agahî wergirtine.

FSByê diyar kir ku di çarçoveya kanalan û hevkariya ewlehiyê de tedbîrên pêwîst hatine standin û li gorî agahiyên di çapemeniya Rûsyayê de muzexane û kompleksa parkê ya li başûrê bajêr bi awayekî demkî ji bo serdana hatine girtin.

Balyozxaneya DYAyê ya Moskowayê jî piştrast kir ku ew ji xetereya êrîşeke giran a ku dikaribû bibe sedema mirina gelek kesan agahdar bûn û bi rayedarên Rûs re di nava peywendiyê de ne.

Ev hişyarî bûyerên meha Adara 2024an tîne bîra mirovan ku nêzîkî heman hişyariya Balyozxaneya Amerîkayê, êrîşa li ser Crocus City Hall pêk hatibû û di encamê de 149 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Parve bike: