TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê kurê serokê Hizbullahê xist lîsteya terorê

📅 15 mijdar 2018 02:24

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ragihand ku Cewad Nesrellahê kurê serkirdeyê Hizbullahê Hesen Nesrellah û Tûxaya Micahidan (AMB) kirin nava lîsteya "Terorîstên Kurewî ku Nexasim Hatine Kifşkirin".

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya li ser mijarê da hat destnîşankirin, armanca vê biryarê ew e ku li dijî kes û grubên ku ji bo welatiyên Amerîkayê û ewlekariya wê ya neteweyî tehdîd in, astengkirin bên sepandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Biryara ku îro hat standin, rê li Nesrellah û Lîwaya Micahidan dibire ku ji bo êrîşên terorê çavkaniyê temîn nekin, hemû mal û sermiyanê wan ê di bin rayeya dadrêsa Amerîkayê da bloqe dike û wê yekê li takekesên Amerîkayî qedexe dike ku bi van kes û gruban ra peywendiya bazirganiyê daneynin."

Herwiha hat destnîşankirin ku eleqeya vê gavê bi astengkirinên li dijî Îranê ra jî heye û wiha hat gotin, "Astengkirinên ku ji aliyê rêveberiya Amerîkayê li dijî Îranê tên sepandin, astengkirinên wiha ne ku heta niha yên herî hişk in."

Di daxuyaniyê da ji xeynî vê hat diyarkirin, 4 neferên Hizbullahê ku li Iraqê fealiyetên operasyonel, îstixbarî û darayî dimeşînin jî ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hatin tesbîtkirin û herwiha bi destê heman wezaretê li lîsteya astengkirinan hatin zêdekirin.

Cewad Nesrellahê kurê serkirdeyê Hizbullahê Hesen Nesrellah ji bo ku li Filistîn, Urdin û Misrê îstixbaratê berhev bike, çekan bikire û neşxeya operasyonên dijî rejima Îsraîlê dayne û birêve bibe, grubek damezirandibû û fealiyet meşandibûn.

Parve bike: