Cîhan
Amerîkayê li Pasîfîkê êrîşî keştiya qaçaxçiyan kir: 3 kuştî
PeyamaKurd - Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) ragihand ku hêzên wan ên deryayî li devera Rojhilatê Pasîfîkê êrîşeke serkeftî birine ser keştiyeke ku hatibû piştrastkirin madeyên hişber vediguheze.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêza peywirê ya hevpar a ku "Operasyona Rimê Başûr" (Operation Southern Spear) bi rê ve dibe, li ser rênivîs û fermana rasterast a Fermandarê SOUTHCOMê Orgeneral Francis L. Donovan ev operasyon encam daye.
Hat destnîşankirin ku li gorî zanyariyên îstixbaratî, keştiya navborî ji aliyê torên ku wekî "rêxistina terorîst" hatine pênasekirin ve li ser xeteke naskirî ya qaçaxçîtiyê dihat bikaranîn.
Di encama vê êrîşê de 3 narko-terorîstên mêr hatine kuştin û tu zirar negihîştiye karmend an leşkerên Amerîkayê.