TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê li ser Fitchê daxuyanî da!

Admin L
Nivîskar
📅 04 tebax 2023 12:33

PeyamaKurd – Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen got, Amerîka di demeke dirêj de "aboriya herî mezin, herî dînamîk û nûjen" dimîne û got, biryara Fitch Ratings a daxistina pileya Amerîka, ji ber hêza aborî ya welêt nayê fêmkirin.

Yellen behsa pêşketina di warê başkirina xizmetên bacgiran de di çarçoveya "Qanûna Kêmkirina Enflasyonê" de kir.

Yellen di axavtina xwe de herwiha destnîşan kir, saziya dengdana krediyê Fitch Ratings dereceya Amerîkayê ji "AAA" daxist "AA+" û diyar kir, aboriya welêt piştî pandemiyê di van çend salên dawîn de başbûnek dîrokî derbas kiriye.

Yellen got, biryara Fitchê tiştên ku her kes pê dizane naguherîne û wiha got: "Bondên xezîneyê di cîhanê de sermayeya herî ewledar û rûkal e û aboriya Amerîkayê di bingeh de bihêz e."

Parve bike: