Amerîkayê, li ser Wagnerê daxuyanî da
PeyamaKurd- Rayedarên Amerîkayê ragihand ku tu nîşaneyek tuneye ku kompaniya ewlekariya taybet a Rusyayê Koma Wagnerê, gefê li Polonya û hevalbendên wê yên NATOyê dixwe.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby, di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivandin.
Kirby, li ser pirsa hebûna çeteyên girêdayî kompaniya ewlekariya taybet a Rusî ya Wagnerê ya li Belarusê û hişyariyên Polonya û Lîtvanya di vê çarçoveyê de axivî û got ku
“Ew ne di rewşekê de ne ku agahdarî li ser çarenivîsa leşkerên Wagnerê bidin. Hin kes bawer dikin ku ew li Afrîkayê ne û hin hîn jî li Ukraynayê ne da ku berdewamiya çêkirina bêîstiqrarî û bêewlehiyê bikin.”
John Kirby diyar kir ku tê dîtin ku Wagner di pevçûnên li Ukraynayê de tu bandoreke xwe nîn e û ew bawer dikin ku hinek endamên wê çûne Belarusê.
Kirby da zanîn ku haya wan jê tuneye ku Wagner ji bo Polonya yan jî hevalbendên wê yên NATOyê gefeke taybet e û got ku ew geşedanên di vê çarçoveyê de ji nêz ve dişopînin.
Her wiha John Kirby pabendbûna wan bi xala 5ê ya Peymana NATOyê vegot ku êrîşa li ser endamekî wekî êrîşa li ser hemû endaman dihesibîne û berevaniya hevbeş destnîşan dike û parastina her bihustek ji axa NATOyê dike.