Amerîkayê qedexeya firotina çekan a bo Sûriyê rakir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Sûriye ji lîsteya wan welatên ku ketibûn bin siyaseta "redkirina giştî" ya bo dayîna destûra hinardekirina çek û xizmetguzariyên berevaniyê hatiye derxistin.
Wezaretê diyar kir ku ev biryar nayê wateya pejirandina otomatîk a peymanên çekan, lê belê ji niha pê ve her dosye dê bi tena serê xwe û li gorî mercan were nirxandin.
Ev guhertin li ser bingeha siyaseta nû ya ku di 19ê Tebaxa 2026an de ji aliyê Wezîrê Derve Marco Rubio ve hatibû pesendkirin pêk hat.
Wezaretê da xuyakirin ku şertên qanûnî yên ji bo vê gavê bi rakirina navê Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên piştevanên terorê" û betalkirina qedexeyên qanûnî yên berê hatine temamkirin, û ev pêngav di çarçoveya rêkxistina têkiliyên nû yên bi Sûriyeyê re piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed di Berçileya 2024an de tê avêtin.