Amerîkayê Rûsya û Sûriye hisyar kirin!
PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li ser operasyona Idlibê, Rûsya û Sûriye hişyar kirin û got ku ji hemî êrîşên ku wê li Idlibê bibin, Rûsya û Sûriye berpirs in.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di derbarê operasyona Idlibê de daxuyaniyek da û got ku me Rûsya û Sûriye hişyar kirin.
Heather Nauert got ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, Serokê Sererkaniyê yê Amerîkayê Dunford û Şêwirmendê Ewlehiya Netewî Bolton di vê hefteyê de bi muxatebên xwe yên Rûsî re gelek hevdîtin pêk anîn û di mijara operasyona Idlibê de Rûsya hişyar kirin. Amerîkayê berî niha li dijî bikaranîna çekên kîmyewî helwesta xwe bi eşkereyî nîşan dabû. Heke li Sûriyê careke dî çekên kîmyewî werin bikaranîn, em ê di cih de berteka xwe bi tundî nîşan bidin. Em ji Rûsyayê dixwazin ku bi zimanekî zelal ji Sûriyê re bibêjin ku li hember tevgerên wiha em tawîzan nadin.