Cîhan
Amerîkayê, soza pistgiriya bê sert û merc da Ukraynayê
PeyamaKurd- Wezîra Xezîneya Amerîkayê Janet Yellen, li ser rewşa Ukraynayê axivî û soz da ku ew ê bi awayekî bê şert û merc, piştgiriya Ukraynayê bikin.
Janet Yellen a ku bû mêvanê bernameya "60 Deqe" ya televîzyona CBS, da zanîn ku heta hewcedarî hebe, ew ê wekî Wezareta Xezîneya Amerîkayê, alîkariya Ukraynayê bikin.
Her wiha Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bi daxuyaniyên xwe diyar kiribû ku Amerîka dê alîkariya ewlekarî, darayî û mirovî ya ji bo Ukraynayê, berdewam bike.
Ji aliyê din ve Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî diyar kir ku rewşa qutbûna elektrîkê ya ji ber ziyanên êrîşên artêşa Rusyayê, giran e.