Amerîkayê Sûriye ji lîsteya welatên piştevanê terorê derxist
PeyamaKurd - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û berpirsên bilind ên hikûmeta nû, biryara fermî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji bo derxistina Sûriyeyê ji lîsteya "welatên piştgirên terorê" pêşwazî kirin.
Şera ev biryar wekî derfeteke dîrokî nirxand ji bo bidawîanîna tecrîda navdewletî û vejandina aboriya welat.
Şera di peyama xwe de spasiya Serokê DYAyê Donald Trump û welatên dost kir ku di vê pêvajoyê de piştgiriya gelê Sûriyeyê kirine.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî diyar kir ku ev pêngav pabendbûna dewleta nû ya bi aştî û ewlehiya navdewletî re nîşan dide û destnîşan kir ku ev qedexe bermayiya siyaseta rejîma berê bû.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê DYAyê yê Sûriyeyê Tom Barrack jî ev gav wekî veguhastineke girîng ji tecrîdê ber bi hevkarî û hevpişkiya di şerê dijî terorê de bi nav kir.
Ev biryara Waşîngtonê dê rê li ber bihêzkirina pêwendiyên dîplomatîk, balkişandina veberhênanên biyanî û ji nû ve avakirina sîstema darayî ya Sûriyeyê veke.