Cîhan
Amirî û Feyad çûn Necefê: Wê bi Muqteda Sedir re bicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî rûdana nakokiyên siyasî yên aliyên şîeyên Iraqê, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyad îro 5ê Tebaxê êvarê bi Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re dicivin.
Li gorî zanyariyên medya Iraqê, Hadî Amirî yê ku wekî serokê şanda Çarçoveya Hemahengiyê hatiye destnîşankirin, ligel Falih Feyad li Necefê serdana Muqteda Sedir dikin û rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin.
Herî dawî Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert, îro Înê li Necefê ligel Sedir civiyabû û gotibû, wan hevdîtineke baş pêk aniye.
Tê çaverêkirin Amirî û Feyad ji bo bidawîkirina krîza heyî ya siyasî pêşniyarên nû pêşkeşî Sedir bikin.