Cîhan
Amnesty: Hezar û 600 sivîl di bombardimanê de hatin kustin
PeyamaKurd - Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand, li bajarê Reqa yê Sûriyê ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, di encama bombardimana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, zêdetirî 1600 welatiyên sivîl hatîne kuştin.
Amnestyê derbarê şerê esmanî li ser şerê li Reqayê wan lêkolînek kir. Di rapora lêkolînê de hat gotin, bombardimanên balafirên Hevpeymaniya Navdewletî bûne sedema wêranbûna bêhtirî 11 hezar avahîyan li Reqayê û herwiha zêdetirî hezar û 600 sivîl jî di encama bombardimanê de hatine kuştin.
Amnesty radigihîne ku Hevpeymaniya Navdewletî, bajarê Reqayê wêran kiriye û di bombardimanên xwe de bi baldarî tevnegeriyaye.