Andy Burnham: Rûsyayê destwerdana referanduma Brexitê de kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham di bernameya podcastê ya "The Rest is Politics" de, li ser destwerdanên derve û peywendiyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re daxuyanî dan.
Burnham diyar kir ku dema hatiye ser kar pirsîye ka Rûsyayê destwerdan di referanduma Brexitê ya 2016an de kiriye an na.
Serokwezîrî Brîtanyayê li ser mijarê wiha got: "Bersiva ku min wergirt pir zelal bû; 'Erê, çêbû'. Girîng e ku ev agahî bi fermî bê tomar kirin da ku xelkê Ewropayê bizanibe hin aliyên siyaseta rastgiriya tund ji aliyê dijminên me yanî Rûsyayê ve tên sor kirin."
Burnham bal kişand ser bandora neyênî ya Brexitê ya li ser Brîtanyayê û destnîşan kir ku welat piştî vê biryarê deh salên tijî dubendî û alozî derbas kirine.
Serokwezîrê Brîtanyayê destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide nêzîkbûna ligel Yekîtiya Ewropayê û got ku divê hemû pêngavên bo pêşerojê bi erêkirin û biryara xelkê bi xwe bên girtin.