Angast: DYA bombeyên "MK-83" disîne Îsraîlê
PeyamaKurd - Hate angaştin ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo êrîşên esmanî wê bombeyên MK-83 ji Îsraîlê re bişîne., hîna nayê zanîn ku Washington şandina bombeyên MK-84 ku giraniya wan yek tone qebûl dkiriye ya na.
Hat angaştin ku rêveberiya DYAyê şandina bombeyên MK-83 yên ku giraniya wan nîv ton e ji Îsraîlê re ji bo di êrîşên esmanî de bên bikaranîn qebûl kiriye.
Li gorî rojnameya Îsraîl Hayom, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku di dawiya Tîrmehê de serdana DYAyê kiribû, ji Serokê DYAyê Joe Biden xwestibû ku eger rageşiya bi Hizbullaha Lubnanê re li ser sînorê bakur zêde bibe, bombeyên giran bişîne.
Di nûçeyê de tê angaştin ku Biden biryara şandina bombeyên nîv ton MK-83 yên ku di balafirên şer de tên bikaranîn bişîne, hîna nayê zanîn ku Washingtonê sewqiyata MK-84 ya yektonî qebûl kiriye yan na.