TR KU SO
FB X
Cîhan

Angast: Gotûbêjên li Qahîreyê asê bûn

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 03 adar 2024 23:11
PeyamaKurd - Hate angaştin ku gotûbêjên agirbesta Xezzeyê yên li Qahîreyê yên di navbera Îsraîl, Hemas, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Qeterê, ji ber ku lijneya Îsraîlê xwestiye ku Hemas lîsta navê dîlên Îsraîlî yên sax ên ku di destê Hemasê de ne bide wan, hatiye ber rawestanê.

Her wiha medyaya Îsraîlê jî vê yekê piştrast dike û radigihîne ku Hemas naxwaze ku navê dîlên sax radestî Îsraîlê bike û ji ber vê yekê Îsraîl beşdarî danûstandinan nabe.

Lê belê jêder û dezgehên çapemeniyê yên Misirê ji devê Karbidestekî Amerîkî yê ku navê xwe nedaye radigihînin ku Îsraîlê hema hema yekser peymanê qebûl kiriye.

Hemasê ragihandibû ku tê payîn di nav 24-48 demjimêran de li ser agirbest û pevguhertina dîl û girtiyan lihevkirinek  pêk bê. Nûnerên Hamasê jî ji medyaya Misrê re axivîn û diyar kirin ku ji bo agirbestê wê helwesta Îsraîlê diyarker be.
 
Rayedarên Misirî diyar kirin ku ew li bendê ne ku hem Hemas û hem jî Îsraîl beşdarî hevdîtinan bibin.
 
DYAyê jî amaje bi wê yekê kir ku xalên giştî yên agirbesteke şeş hefteyî ji aliyê aliyan ve hatine pejirandin.
Parve bike: