TR KU SO
FB X
Cîhan

Anket: Ewropî li dijî besdarbûna Tirkiyeyê ya YEyê ne

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2023 20:58

Peyama Kurd – Di anketeke berfireh a li 6 welatên endamên Yekîtîya Ewropayê (YE) hatiye kirin de diyar bûye ku piraniya ewropîyan li dijî beşdarbûna Tirkiyeyê ya yekîtiyê ne.

Di anketa ku li 6 welatên endamên YEyê hatiye kirin de derketiye holê ku hemwelatiyên YEyê ji bo di demeke nêz de endamên nû qebûl bikin zêde ne xwestek in.

Di vê lêkolîna anketî ya li 6 welatên endamên yekîtiyêne pêk hatiye de derketiye holê ku li dijî endambûna Tirkiyeyê ya ji bo yekîtîyê dijberiyeke tund heye.

Ji sedî 51ê beşdarên anketê li dijî endambûna Tirkiyeyê ya yekîtîyê ne.

Di anketê de diyar bûye welatê ku herî zêde li dijî endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê ye Avusturya û yê herî kêm li dijî endamtiya wê ye jî Polanya ye.

Li gorî anketa ku ji alî Encumena Pêwendiyên Derve ya Ewropayê (ECFR) ve hatîye organîzekirin, hemwelatiyên YEyê her çend li hember endametiya Ukrayna, Moldova û Montenegro dilnizm in jî, ji bo berfirehkirina yekîtiyê di demek nêz de piştgiriyek zelal nadin.

Parve bike: