Cîhan
ANL: Li Baregeha Miêtîqayê 11 leskerên Tirk hatin kustin
PeyamaKurd - Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê (ANL) ragihand, 11 leşkerên Tirkiyê di êrîşeke asmanî ya li ser odeya operasyonên baregeha Miêtîqayê de hatin kuştin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Perspektîva Manewî ya ANLê de hat gotin, ev êrîş di çarçoveya parastina rewa de hatiye kirin.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê doh 5ê Nîsanê jî ragihand ku hêzên wan droneke Tirkiyê li bajarê Misratayê xistine.
Li gorî ANLê wê dronê hewl dida êrîşî hêzên wan bikira.