Cîhan
Antonio Guterres tevlî kontrola kestiya zadî bû
PeyamaKurd – Li gor peymana navbera Tirkiyê-Rûsya-Ûkrayna û sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, ji Ûkraynayê giha Îstenbolê. Hûbûbatên li Ûkraynayê mane sewqiyata wan ji bo bazarên dinyayê dewam dike û navenda kontrolê ya sewqiyatan li Îstenbol e. Îro sekreterê giştî yê NY Guterres li Îstenbolê li Zeytinburnuyê li lîmana Zeyportê bi heyetekî re li tekneyekî siwar bû û çû keştiya ku Ûkraynayê hatibû. Guterres wê bi heyetê re tevlî kontrolê bibe.
Guterres piştî kontrola keştiyê wê seredana Navenda Kontrolê ya Hevpar ya Koordînasyonê bibe.