AP: Keştiye USS George W. Bush tevî 6 hezar leşkeran bi rê ket
PeyamaKurd - Associated Press (AP) ragihand ku keştiya balafirhilgir a "USS George W. Bush" roja sêşemê ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye.
Di vê sewqiyatê de sê keştiyên şer ên din jî hene ku zêdetirî 6 hezar personelên leşkerî di nav xwe de dihewînin.
Li aliyê din, bi fermana Donald Trump, hezaran serbazên ji tîmên taybet ên "82nd Airborne Division" (çetirbaz) ku bi taybetî ji bo girtin û parastina cihên stratejîk ên wekî balafirxaneyan têne perwerdekirin, ber bi herêmê ve hatin rêkirin.
Hat ragihandin ku heya niha 1.500 serbazên vê hêza taybet bi lezgînî gihîştine herêmê.
Ji bilî hêzên asmanî û behrî, sewqiyata hêzên bejayî jî bi tundî berdewam dike. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku 2 hezar û 500 serbazên hêza Marîn (Marine Corps) gihîştine herêmê û tê payîn ku 2 hezar û 500 serbazên din ên Marîn jî di demeke nêz de tevlî wan bibin.