Cîhan
Araqçî tohmetên Fransayê yên derbarê êrîşên siberî red kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî bertek nîşand da ku Fransa Îranê berpirsê êrîşên siberî yên li ser marketan dibîne û got: "Hikûmeta Fransayê ku nikare cemedokên xwe jî birêve bibe, hewl dide berpirsiyariya têkçûnên xwe bixe stûyê aliyên din."
Arakçî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ên derbarê êrîşên siberî yên 11-12ê Cotmehê de red kir û diyar kir ku Îran dewleteke xurt e, lê hêza xwe wekî Fransayê li dijî sivîlan bi kar nîne.
Ev daxuyaniya Arakçî piştî wê yekê hat ku Fransayê Balyozê Îranê yê li Parisê vexwendibû Wezareta Derve û gefa sepandina cezayan xwaribû.