Arinç: “Li ser travmayên Kurd jiyanê wê di serê we de gelek tist biguhirin”
PeyamaKurd – Endamê Heyeta Bilind ya Şêwrê ya serokkomariyê Bülent Arinç li ser mijara zîndanîmayîna Osman Kavala û Selahattin Demirtaş axifî:
“Ez heyret dikim bê çawa Osman Kavala di zîndanê de ye. Demirtaş jî dibe ku serbest bê berdan.”
Arınç tevlî bernameya TV ya Habertürkê bû di gelek mijaran de şiroveyan kir. Arınç bo Demirtaş weha got:
“Demirtaş 3-4 sale girtiye. Divê girtina wî nekin ceza. Bi Demirtaş re me 1-2 caran hevdîtin kir. Di zîndanan de serhildan û grevên birsê çêbûbûn. Bo mirov Demirtaş nas bike û wî darizîne divê mirov pirtûka wî ya ku nivînsandiye ya bi navê ‘Devran’ ê bixwîne. Wê pirtûkê bixwînin.
Min di dewra coronayê de xwend. Belkî hun fikra xwe ya di derbarê Demirtaş de neguhêrin lê travmayên ku Kurd jiyane, wê di serê we de gelek tişt biguhirînin.
Dema ez cîgirê serokwezîr bûm, di pêvajoya çareseriyê de hinek kes haitbûn berdan. Dibe ev jî bên berdan. Bila dadger, dadgeh, dozger bi serbestî bifikirin.”
Arınç behsa karsaz Osman Kavala jî kir û weha got:
“Osman Kavala ji sala 2017an de ev 3,5 e girtiye. Min îdîananamê xwend. Ez di heyretê de dimînim bo çi heya niha girtiye. Divê serbest bê berdan. Dema min îdîanameya wî xwend, min got zarok jî tiştên weha nanivîsin. Min xwestibû hema cubbeye xwe li xwe bikim. Divê derê derve.
Arınç her weha behsa îstîfa wezîr Berat Albayrak jî kir û got ku ew ti carê têkilî karê Albayrak nebûye û negotiye eger Albayrak îstîfa neke wê 30-40 parlementerên AKP ê ji partiyê veqetin.