Artêsa bi pere: Wagner
Hefteya borî hêzên koalisyona di bin serokatiya Amerîka de, li Sûriyê, li devera Dêrezorê êrîş birin ser hêzên rejime û 100 kes hatin kuştin.
Rûsya, li gor qanûnên xwe nikare bi pera leşker bixebitîne lê dikare bi şîrketa ewlekariyê re peyman çêbike da deverên di destê Rûsya de pê biparêze. Rûsya niha li Sûriyê û hinek welatên din weha dike.
Hefteya borî di nava wan sed kesên kuştî de hêzên Rûsyayê yên bi navê “Wagner” hebûn lê Rûsya ragihand ku tenha 2 zilamên wan hatine kuştin. Moskova red dike ku Wagner artêşa Rûsya ya bi pere ye. Lê di çapemeniyê de tê behskirin ku her yek ji wan 4 hezar û 500 dolar pere distînê.
Rûsya generalekî xwe yê teqawud yê bi navê Dimitri Utkin daniye ser serê vê şîrketê û nabêje ku artêşa Rûsyaye. Şîrketa Wagner li welatên ku herî şer lê zêde ye dixebite. Niha li Sûriye û berê li Ukrayna wezîfe kiribûn.
Lê li Sûriyê heya niha gelek kesên wan hatine kuştin.