TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Fransayê daket kolanan

Admin H
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2018 20:14

PeyamaKurd - Ji bo ku rê li ber çalakiyên rojên Şemî û Yekşemê bê girtin, hêzên artêşa Fransayê li kuçe û kolanên çend bajarên welat hatin bicîkirin.

Li gor nûçeyê medya frensî, piştî biryara sendîkaya polîsan a lidarxistina çalakiyan di rojê Şemî û Yekşema bê de, hikûmetê ferman daye ku hêzên artêşê erkên xwe bicih werînin.

Herwiha dîmenên bicihkirina hêzên artêşa Fransayê li ser torên medya civakî hatin belavkirin.

Hikûmeta Fransayê li ser daxwazên êlek zeran bacên li ser sotemeniyê paşde kişandibû, lê dîsa jî nekarî protestoyan rawestîne û niha jî ji bo piştevaniya êlek zeran karmendên din ên dewletê û beşên din ên civakê jî dest bi protesyan dikin.

Parve bike: