Cîhan
Artêsa Îsraîlê bangewazîr kir: Wê herêmê bilez vala bikin!
PeyamaKurd – Di demeke ku du meh zêdetir e şerê Îsraîl û Hemasê li Xezzeyê dewam dike de, artêşa Îsraîlê banga valakirina kampeke penaberan kir.
Artêşa Îsraîlê daxwaza demildest a valakirina Kampa Bureyc a Penaberan kir û ji xelkê kampê û derdora wê jî xwest, ber bi bajarê Deyr el-Belah ve biçin.
Yek ji Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, li ser medya civakî bi zimanê erebî banga valakirina kampa Bureyc a li nîvê Şerîda Xezzeyê dikeve kir û got, bilez ji bo ewlehiya xwe xwe bispêrin aliyê Deyr el-Belahê.
Herwiha hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji bo valakirina xaniyên li wê herêmê, bi telefonê jî pêwendî bi niştecihan re kiriye.