TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Îsraîlê li 'hedefên Hizbullahê' xist!

Admin L
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2024 13:29

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokên Ayta el-Şeab û Mejdel Zun ên li başûrê Lubnanê de, binesaziya wê hatiye rûxandin û noqteyeke leşkerî û herêmeke ser bi Hizbullaha Lubnanê jî hatiye jinavbirin.

Libnanê gilî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li dijî Îsraîlê kir piştî êrîşa vê hefteyê ya li Beyrûtê ku di encamê de Salih Arûrî, cîgirê serokê buroya siyasî ya tevgera Hamasê hat kuştin.

Di gilînameyê de hat gotin, "Ev êrîş beşa herî metirsîdar a rêze êrîşan temsîl dike, ji ber ku ji sala 2006an û vir ve yekem car êrîşek mezin e û bandorê li herêmeke niştecihbûnê ya pir qerebalix li taxa paytext Beyrûtê dike."

 
 
Parve bike: