Cîhan
Artêsa Îsraîlê, li qereqola Misirê xist!
PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Kerem Ebû Selîm a nêzî sînorê Misirê, li xaleke polîsan a Misirê hatiye xistin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de li ser bûyerê wiha got: "Beriya demeke kurt, ji tanqeke artêşa Îsraîlê li herêma Kerem Şalom (Kerem Ebû Selîm) a nêzî sînor bi şaşî gule li çepereke Misirê ket."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat gotin ku “Em ji ber bûyerê xemgîn bûne.”
Her wiha heta niha li ser vê bûyerê ji aliyê rayedarên Misirê ve tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.