Cîhan
Artêsa Lîbyayê li alavên zirxî yên Hafter xist
PeyamaKurd- Li Lîbyayê li herêma Wîşkeyê artêşa hukumeta Lîbyayê li alavên zirxî yên bi ser Hafter de xist. Berdevkê operasyona Sirte û Cûrfayê general Abdulhadî Dira di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand wan li herêma Wîşkeyê 2 alavên zirxî yê Hafter û cepilxana wî îmha kirine.
Dira, ragihand ku wan bi balafiran li gundê El Xemsînê li alavan xistiye. Di nav alavan de rokeytavêj jî heye.