Cîhan
Artêsa Lubnanê dest datîne ser stokên benzînxaneyan
PeyamaKurd – Bi sedema Banka Navendî bo ser ardûyan biryara subvansiyonê rakir û bo benzîn û mazotê fiyeta nû nehat destnîşankirin, xwediyên benzînxaneyan nema firotinê kirin. Li ser nefirotina benzîn û mazotê, artêşa Lubnanê di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir. Di peyamê de weha hat gotin:
“Wê yekîneyên artêşê bavêjin ser benzînxaneyan û dest deynin ser stokên benzîn û mazotê. Benzîn û mazota bê desteserkirin dê bo hemwelatiyan belaş bê dayîn.
Benzînxaneyên ku artêş avêtiye ser wan, dest daniye ser stoka benzîn û mazota wan. Bi sedema hemwelatî eziyeta krîza ardûyan dikşînin, dê Artêşa Lubnanê bêdeng nemîne.”