TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Rûsyayê navçeyên sivîl ên Kîevê bombebaran kir: Qurbanî hene

Admin L
Nivîskar
📅 21 adar 2022 16:34

PeyamaKurd Artêşa Rûsyayê şeva din navçeyên sivîl ên Kîevê bombebaran kir û di encamê de herî kêm 6 kesan can dan.

Li gor zanyariyan, artêşa Rûsyayê şeva din avahiyeke 10 qatî ya li herêma Sviatoshyn a li başûrê rojavayê Kîevê kir armanc.

Şaredarê Kyivê Vitali Klitschko da zanîn, di êrîşa li ser wê avahiyê de qurbanî hene.

Raporteke ajansa nûçeyan a Fransayê AFPê jî destnîşan dike, di bombebarana şeva din a li ser navendeke kirîn û firotinê li Kîevê, herî kêm 6 kesan can dane û hejmarek kes birîndar bûne, herwiha lêgerîn di bin kavilên avahiyê de berdewam e.

Parve bike: