TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Sûdanê êrîs kir ser HDLê: 22 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2023 01:10

PeyamaKurd – Li Sûdanê artêşa Sûdanê êrîşa hewayî bir ser Hêzên Desteka Lazgîn (HDL) û di encamê de 22 kes mirin. Şerê navbera her dû terefan bê navber dewam dike. Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Sûdanê; li eyaleta Hartûmê li bajarê Omdurmanê artêş êrîşa hewayî bir ser yekîneyên HDLê û jin û zarok jî di nav de 22 kes mirin. Di êrîşan de gelek birîndar hene û gelek xanî zerarê dîne.

Li gor rêjeya wezareta tenduristiyê; ji destpêka şer heya niha 1.133 kes mirine, 2,9 milyon kes ji ser warên xwe rabûne û li dora 700 hezar kes çûne welatên cîran.

Her dû teref ji 15 ê Nîsanê heya niha bi giranî şer dikin.

Parve bike: