Cîhan
Artêsa Sûriyê gihîst Kobanî
PeyamaKurd – Çavkaniyên herêma Kobaniyê ragihandin ku Artêşa Sûriyê di çarçoveya rêkeftina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) r de, li ser Pira Qereqozaqê amadehiyên xwe yên dawî kirine ku derbasî nav bajarê Kobaniyê bibin.
Li gorî zanyariyan, niha hêzên artêşa Sûriyê gihîştine Pira Qereqozaqê ku nêzîkî Kobaniyê ye û ji bo rê li ber êrîşên Tirkiyê bê girtin, li bendê ne derbasî nav bajêr bibin. Herwiha hat ragihandin ku hêzeke zêde jî li dorûberê amade ye.
Artêşa Sûriyê beriya niha jî ji bo Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê hêzên xwe bi rê kiribûn û heta radeyekê jî hatibûn bicihanîn li wan herêman.