Cîhan
Artêsa Tirkî li Idlibê dest bi avakirina xaleke nû ya leskerî kir
PeyamaKurd – Li herêma Idlibê, artêşa Tirkiyê, dest bi avakirina xaleke nû ya leşkerî kir.
Li gor Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, artêşa Tirk vê sibehê li gundê EL-Ziyadiyê li navçeya Ciser El-Şixûr ê Idlibê, dest bi avakirina xaleke leşkerî ya nû kiriye.
Çavdêriyê destnîşan kir, dagirkeriya Tirk di dawiya meha Çile de jî, li navçeya Qestûn li Sehil EL-Xab ê Hamayê xalek din ava kiribû.
Herwiha li gorî Çavdêriya Sûrî, bi avakirina van her du xalan re, hejmara xalên dewleta Tirk li herêma Idlibê, digihêje 64an.