Cîhan
Artêşa Yemenê bajarê Muhayê ji Hûsiyan sitend
PeyamaKurd – Bajarê Muhayê ku ji bo Yemenê bajarekî stratejîke û nêzî tengava Babaulmendebê ye, piştî şerekî dijwar di navbera Hûsiyan û artêşa Yemenê de derket, ji Hûsiyan paşde sitendin. Li bajêr kontrol dewam dike lê heya niha Hûsî bersiva pirsê nedane.
Li gor xebera di ajansa SABA ya Yemenê; çavkaniyekî leşkerî ragihandiye ku piştî şerekî dijwar karibûna bajarê Muhayê ji Hûsiyan paşde bistînin. Bajarê Mûha dikeve rojavayê bajarê Taîzê û ciyekî gelek girîng e.
Li taxên bajêr şer derketine û di şer de ji Hûsiyên mirî û birîndar hene û hinek Hûsî bi saxî ketine destê artêşa Yemenê. Hûsî ji serê Êlûnê heya niha bajêr di destê xwe de di girtin.