TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsê bi helîkopterê êrîsî dibistanê kir: 13 kustî, 30 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2022 21:36

PeyamaKurd – Li welatê Myanmar ê başûrê rojhilatê Asyayê artêşê bi helîkopteran êrîş bir ser dibistanekê÷

Li gorî ragihandina Associated Press (AP)  artêşa rêveberiya darbeya leşkerî ya Myanmarê êrîşî dibistanekê kir û 7 ji wan zarok 13 kes hatin kuştin.

Rêveberên dibistanê dane xuyakirin ku dema wan dixwest ji gundê Let yet Kone yê Tabayin xwendekaran bibin cihekî ewle rastî êrîşa helîkopteran hatine û gule bi ser dibistana nav kampusa Keşîşxaneya Bûdîst de hatine reşandin.

Hat diyarkirin ku di dibistanê de 240 xwendekar hebûn û 7 ji wan zarok 13 kes di encama êrîşê de hatin kuştin û zêdetirî 30 zarokên dibistanê jî birîndar bûn.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji darbeya 1ê Sibata 2021ê heta niha, artêşê 269 caran êrişî dibistanan kiriye.

Parve bike: