TR KU SO
FB X
Cîhan

Avûstûrya: Eger Putin were welatê me dê bê girtin

Admin M
Nivîskar
📅 13 nîsan 2023 03:29

PeyamaKurd – Wezîra destûrê û ya Yekîtiya Awrûpayê ya Avûstûryayê Karoline Edtstadler duhî ji bo rojnama Almanya ya bi navê Tagesspiegelê ragihandibû ku Putin here welatê wan dê bê gitin. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Avûstûryayê piştrast kir ku Putin here welatê wan dê bê girtin û weha got:

“Ti kes di ser hûqûqê de nîne. Divê temamê  sûcan bên rohnîkirin, nabe bê ceza bimînin. Dewleta Avûstûryayê jî weka her welatekî, divê biryara ku dadgeha navdewletî ya cezayê daye bicîh bîne. Ev tê vateya bicîhanîna biryara dadgehê û kesê lê bigerin divê bê desteserkirin. Ev ji bo serok Putin jî weha ye.”

Jimara welatên ku tabiê dadgehêne 123 ne.

Parve bike: