Cîhan
Awusturalya | Têkiliya êrîskarê Zelanda Nû û rêxistinekê hat tesbîtkirin
PeyamaKurd - Têkiliya êrîşkarê du mizgeftên li Zelanda Nû Brenton Tarrant ku 50 kes kuştibûn bi rêxistineke dijî koçberan a Awustralyayê re hat tesbîtkirin.
Hat ragihandin ku êrîşkarê dijî îslamê Brenton Tarrant endamê Tevgera Nasnamexwazan a faşîzan ku dijberiya koçberan li Awusturalyayê dike ye.
Herwiha li gor zanyariyan Tarrant sala 2018an 1500 euro jî pere bexşî wê rêxistinê kiriye. Dozgeriya bajarê Graz a Awusturalyayê li ser mijarê lêpirsîn da destpêkirin.
Serokwezîr Sebastian Kurz jî da xuyakirin ku heger têkiliya Tevgera Nasnamexwaz digel Tarrant piştrast bibe, ew dê wê rêxistinê qedexe bikin.