Awûstûrya bi koçberên qaçax re serî dernayê
PeyamaKurd- Dewleta Awûstûryayê di çarçoveya têkoşîna bi koçberan re, li ser sînorê Macaristanê 36 rêyan bo çûna erebeyan girt.
Li gor ragihandina televîzyona fermî ORF ku ya Awûstûryayê, bo bi qaçaxan re karibin serî deren, ji 60 rêyên ser sînor 36 ji wana bo otomobîlan girtin. Erebeyên weka otomobîl û otobus, bo xweştir bên kontrolkirin, berê wan dane ber bi deriyên mezin yên sînoran da karibin baştir bi koçberan re serî derên.
Berdevkê polîsê Awûstûryayê Helmut Greiner got ku bisiklet û rêwiyên bi lingan diçin, dikarin di wan rêyên girtî de herin. Greiner got ku sedema berê erebeyan dane deriyên mezin, bo karibin bi koçberan re serî derên.
Li noqteyên serê riyan lewha hatine bicîhkirin da ajotvan karibin rêya xwe bibînin, têkiliya wan lewhayan bi trafîkê tine û tenê bo agahdarkirina xelkê ye.
Ew kesên ku li gor van qaîdeyan neçin, dewleta Awûstûrya dikare heya 2 hezar û 180 euroyê cezayê pere bide wan.