Axios: DYA ji bo parastina Siûdî Patriot şandin herêmê
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Amerîkî Axiosê ku xwe dispêre çavkaniyên nexwestine navê wan eşkere bikin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYAyê) ji bo parastina tesîsên petrol û gaza xwezayî yên li Erebistana Siûdî û Qeterê du bataryayên din ên pergalên parastina asmanî yên Patriotê şandine herêmê.
Ev pêngav bi armanca dayîna piştrastiyê ji bo van her du welatên hevalbend tê avêtin.
Li gorî heman çavkaniyan, di meha Tebaxê de dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plansaziya êrişeke mezin a li ser binesaziya enerjiya Îranê dikir, Erebistana Siûdî û Qeterê dilgiraniya xwe anîbûn ziman ku dibe Îran di bersivê de êrişî tesîsên wan ên enerjiyê bike.
Hat diyarkirin ku li ser van fikarên her du welatan, Trump li şûna êrişeke leşkerî tercîh kiriye ku zexta aborî ya li ser Tehranê zêde bike, û di çarçoveya tedbîran de meha borî bataryayek Patriot şandibû Siûdiyê û yek jî şandibû Qeterê.