Azerbaycan: Têkiliyên bi Ermenîstanê re ber bi…
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê ragihand ku li ser hin xalên "Peymana Dualî ya Sazkirina Aştiyê û Têkiliyên Navdewletî" yên bi Ermenîstanê re lihevkirinek çêbûye û pêşketin çêbûne.
Wezaretê, li ser hevdîtinên heyetên herdu welatan ên ku di 27 û 29ê Hezîranê de li Amerîkayê bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û Wezîrê Karên Derva yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezîr û heyeta pê re di muzakereyên li ser pêşnûmeya 'Peymana Dualî ya Çêkirina Aştiyê û Têkiliyên Navdewletî' de pêşketineke zêde bi dest xistin. Xalên zêde yên pêşnûmeya peymanê hatin lihevkirin û ji bo ji hev fêmkirinê gav hat havêtin. Di heman demê de li ser hin mijarên sereke xebatên zêde hatin kirin. Hat destnîşankirin ku divê ev xebat dewam bikin."