TR KU SO
FB X
Cîhan

Azerbeycan biryara girtina çalakvan û akademisyenên Tirk da

Admin M
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 21:25

PeyamaKurd – Li Azerbeycanê biryara qedexekirina sergirtina keç û jinan ya di dezgeyên perwerdê û dibistanan de hatibû ragihandin. Li ser biryarê ji Tirkiyê hinek rayedar li dijî biryara Azerbeycanê derketin û li ser daxwuyaniyên rayedarên Tirkiyê, navbera Tirkiyê û Azerbeycanê nexweş bû.

Li ser gengeşeya di navbera her dû dewletan de, çalakvan û akademisyenên ku sergirtina jinan protesto kirin, rêvebiriya Azerbeycanê di derbarê wan de biryara girtinê ya navdewletî da.

Li ser mijarê, serdozgeriya Azerbeycanê, biryara girtina serokê giştî yê Özgür-Derê Rıdvan Kaya û Îlahiyatnas Abdullah İmamoğlu jî da. Rayedarên Bakuyê ragihandin ku ji bo girtina wan û hinek kesên din, hevkariya wan bi rayedarên Tirkiyê re dewam dike.

Serdozgeriya Azerbeycanê ragihand ku girtina navdewletî di derbarê wan de hatiye dayîn û kesên navborî li xwestine ku bi zorê nizama Azerbeycanê biguhêrin û di navbera milletê de dijminahiya dînî geş kirine.

Di navbera kesên ku dadgeha Bakuyê ya Binagadi Rayonê, di derbarê wan de biryara girtina navdewletî dane de; serokê giştî yê Özgür-Derê Rıdvan Kaya, îlahiyatvan Abdullah İmamoğlu, parêzer Ahmet Şanlı, Fahrettin Taşkaya Saral, Abdurrahman Tumer û Alparslan Tanrıkulu hene.

Parve bike: