TR KU SO
FB X
Cîhan

Azerbeycan di nexwesxaneyên xwe de 2000 cîh ji bo birîndarên erdhejê veqetand

Admin M
Nivîskar
📅 09 sibat 2023 03:06

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Azerbeycanê Teymur Musayev bi telefonê bi wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca re axifî û ragihand ku bi fermana serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo erdhejzadeyên Tirkiyê, li Baku û Nahiçvanê di nexweşxaneyan de ji bo dermnankirinê 2 hezar cîh amade kirine. Musayev weha got:

“Bi vê armancê di nexweşxaneyan de bi temamî, me 2 hezar cîh amade kir. Eger pêwist be doktorên pispor yên Azerbeycanê amade ne ku desteka tenduristiyê bidin. Ji birîndaran re şîfa û ji malbatên candayiyan re sersaxiyê dixwazim.”

Parve bike: