TR KU SO
FB X
Cîhan

Azerbeycanê 5 leskerên dîl yên Ermenistanê îadeyê Ermenistanê kir

Admin M
Nivîskar
📅 09 îlon 2022 03:43

PeyamaKurd -  Azerbeycanê 5 leşkerên dîl yên Ermenistanê îadeyê Ermenistanê kir. Komîta dewletê ya karên esîr, wenda û hemwelatiyên rehîn ya Azerbeycanê ragihand ku komîte 5 leşkerên Ermenistanê yên ku di destê Azerbeycanê de dîl bûn, wan îadeyê Ermenistanê kirine.

Komîte ragihand ku di 31 ê tebaxa 2022an de, bi navbeynkariya serokê Konseya YA yê Charles Michel li Brukselê di dema ku serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan û serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev hevdîtin dikirin, li ser îada her 5 leşkeran lihev kiribûn. Lewra her 5 leşker serbest hatin berdan.

Parve bike: